Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin 2021-06-03 15:39:02   AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş di danişa ewil a doza jê tê darizandin de got tenê ne ew komele jî tê darizandin û sûcdariyên li ser xwe red kir.    Derbarê rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş de ji ber xebatên komeleyê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz lê hatiye vekirin. Danişîna ewil a Ûlaş li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ûlaş û parêzerên xwe Newroz Ûysal, Oyku Çakmak û Asya Cemre Işik di danişînê de amade bûn.    Di danişînê de îdianame hat xwendin û Ûlaş parastina xwe kir. Ûlaş destnîşan kir ku tenê ne ew di heman demê de komeleya wan jî Komeleya Rosa jî tê darizandin, hêj salek û nîvê komeleya wan neqediyabû operasyona li hember wê pêk hat. Ûlaş da zanîn ku ew sûcdariyên li ser xwe re dike û bi destê şahidê veşarî senaryoyek xerab hatiye nivîsandin.    Dozger ango meqamê îdiayê xwest ji bo ku şahidê veşarî bi navê “ZS35SN58UJV52FGIO” were guhdarkirin çi hewce be were kirin.    Parêzerên Ûlaş jî miwekîla xwe parastin û xwestin were beraetkirin.    Şandeya dadgehê biryara guhdariya şahidê veşarî ku nayê zanîn kîjan rojê ye da û danişînê taloqî 4’ê cotmehê kir.