Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan 2021-06-03 16:40:27   STENBOL – Ji HDP’ê heyetek serdana Navenda Giştî ya Federasyna Komeleyên Elewiyan kir û diyar kir ku dê li dijî hemû zext û gefan bi hev re têbikoşin.    Rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker, diyar kiribû ku bi armanca derxistina aloziyê plana êrişeke li dijî Mala Cemê tê kirin. Piştî vê daxuyaniyê heyeteke HDP’ê ku ji parlamenterên HDP’ê  Mûsa Pîroglû, Alî Kenanoglû, endamên Meclisa Partiyê, ji rêxistina HDP’ê ya Stenbolê pêk hat, çû serdana Navenda Giştî ya Federasyna Komeleyên Elewiyan a li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê. Serokê Navendê Celat Firat heyetê pêşwazî kir.    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Di serdanê de Pîroglû axivî û ev tişt got: “Wê daxuyaniya serokekî mafyayê ku di nav komkujiyên li dijî elewiyan de cih girtî ye encamên giran bi xwe re bîne. Ji bo ku xwe li ser piya bihêlin siyaseteke dijminane li dijî kurd û elewiyan dimeşînin. Vê siyaseta riziyayî tenê pergala zextê û mafyayê bi xwe re tîne.  Gelên ku dîroka wan bi komkujiyan hatiye dagirtin divê bi hev re têbikoşin. Ji bilî vê şansekî din tuneye.”   ‘EM Ê TEV BI HEV RE BISERKEVIN’   Piştî Pîroglû, Serokê Navenda Giştî ya Federasyna Komeleyên Elewiyan Celal Firat axivî û wiha got: “Divê hemû gelên li ser vê erdnîgariyê dijîn ji zilmê re bibêjein “raweste”. Armanckirina gelên bindest çî ye? AKP li ser mexdûriyetê bû desthilat û niha hatiye wê astê ku gelan mexdûr dike. Divê hinek ji vana re bibêjin bes e. Gel dikarin ji van re bibêjin rawestin. Divê gel li dijî van bêbertek nemîne. Divê ev zihniyet demildest bê paqijkirin. Em ê tev bi hev re biserkevin.”   Piştî axaftinan heyeta HDP’ê ji navendê veqetiya.