Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir 2021-06-04 00:20:15   ŞIRNEX- Şandeya Zimanê Kurdî bi awayekî girseyî serdana esnafên Cizîrê kirin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê Komîsyona 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî piştî daxuyaniya zimanê kurdî bi  tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û parlementerên HDP'ê yên Şirnexê  û gelek kesan bi dirûşmeya "Bila Kurdî bibe zimanê fermî yê Tirkiyeyê" esnafên Cizîrê ziyaret kirin.   Piştî serdanê, şandeyê çû Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek.    Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, diyar kir ku ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê ew ê heta dawiyê têbikoşin.