Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin 2021-06-04 09:00:49 MELETÎ - Zelîha Dogan, dayika Ebû Muslum Dogan ku li dijî komploya navdewletî ya li hemberî Ocalan agir berdabû bedena xwe, got: "Dewlet qanûnên xwe dieciqîne. Divê malbat û parêze hevdîtinê bi Ocalan re bikin."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 190'î de didomin. Endamên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Meletiyê xwestin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîd bidawî bibe.    'BILA HEVDÎTIN BÊ KIRIN'    Zelîha Dogan, dêya Ebû Muslum Dogan ku di 15'ê Sibata 2020'an de bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan li Semsûrê agir berdabû bedena xwe, xwest her ke sji bo çalakiya girtiyan dengê xwe bilind bike. Dogan ku got "divê kurd serî rakin" got: "Bang li hemû dayikan dikim; dayikên eskeran jî di nav de divê em ji bo aştî bê vê axê bitêkoşin. Bila ciwanên me nemirin. Ev qas xwîn rijiya, divê em êdî doza aştiyê bikin. Bila ev şer biqede."    Dogan ji bo tecrîda li ser Ocalan jî got: "Dixwazin kurdan tune bikin. Ev tecrîd, li tu devera cîhanê jî tune ye. Dewlet hem qanûnên xwe hem jî danezana mafên mirovan a gerdûnî dieciqîne. Divê dewlet dev ji vê helwesta xwe berde. Divê malbat û parêzer biçin hevdîtinê bi Ocalan re bikin."    TÊKOŞÎN LI DIJÎ TECRÎDÊ    Dayika Aştiyê Hatîce Kose jî li dijî tecrîdê îşaret bi têkoşînê kir û xwest berpirsiyarî tenê nekeve ser milê girtiyan. Kose, destnîşan kir ku tecrîd "dijminatiya li hemberî kurdan e" û got: "Bi tecrîda li ser Ocalan dxwazin kurdan bitepisînin û biqedînin. Planeke sîstematîk e li dijî gelê kurd. Ji bo HDP'ê jî dibêjin 'em ê bigirin û biqedînin.' Em ji dîrokê dizanin dê gelê kurd bi tunekirin û înkarkirinê neqede. Em ê heya dawiyê li dijî vê ferasetê li ber xwe bidin."    Kose, destnîşan kir ku divê dwlet demildst dev ji tecrîdê berde.    YEKÎTÎ   Dayika Aştiyê Gulseren Sertkaya jî xwest li dijî tecrîda Îmraliyê kurd bi hev re tevbigerin û got: "Ocalan, rêberê gelekî ye û di nava çar dîwaran de ye. Em vî tiştî qebûl nakin. Dewlet demildest divê bihêle malbat û parêzer biçin cem Ocalan. Divê Ocalan vegere nava gelê xwe. Gelê kurd jî divê rastiyê bibîne. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, ez hemû kurdan vedixwînim têkoşîneke demokratîk."