Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin 2021-06-04 09:00:50 RIHA - Mehmet Ocalan, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin bi dawî bibin, demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Li girtîgehan jî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin.    Mehmet Ocalan ku di herî dawî di 25'ê Adarê de bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî, xwest rojek berî rojekê hevdîtin pêk bên.    LÎSTIKÊN QIRÊJ    Mehme Ocalan, ji bo hevdîtina dawî ya bi telefonê ku 4 deqe û nîvan dewam kir, destnîşan kir ku nayyê qebûlkirin û got: "Serok jî got, 'ev nayê qebûlkirin.' Ji wê rojê heya niha haya me jê tune ye. Dek û dolabine çawa tên gerandin, em nizanin. Dolabine pir qirêj tên gerandin. Wekî her girtiyî, divê serok jî sûdê ji mafê hevdîtinê ku mafekî qanûnî ye, bigire. Ne parêzer ne jî malbat nikarin pê re hevdîtinê bikin. Serok, vî awayê hevdîtinê ya bi telefonê, qebûl nake. Em doza mafên xwe yên qanûnî dikin. Mafên demokratîk, qanûnî û hiqûqî yên serok jî hene. Lê ev maf bi temamî hatine berterefkirin. Serok ne mirovekî ji rêzê ye. Bandoreke mezin li Rojhilata Navîn dike. MUxatabê meseleya kurdî ye. Ji sala 2015'an ve her kesî derî girtine. Ev nayê qebûlkirin."    BERPIRSIYARIYA CPT'YÊ    Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Navneteweyî (CPT) û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û got: "Mû bi zimanê ve hatin hingî em tecrîdê bilêv dikin. Mafên me yên qanûnî tên ecîqandin. Pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka kurdî ye. Aktorê herî mezin ê vê pirsgirêkê serok e. Her wiha muxatabê pirsgirêkên Rojhilata Navîn e jî. Nêzî 2 meh in bi şev û biroj bombebaranek heye. Heger pirsgirêka kurdî bi kuştinê çareser bûbûna, jixwe ê di vî 40 salî de çareser bûbûna. Ev qas mirov jiyana xwe ji dest dan. Şer, ne çare ye. Ev pirsgirêk, ancax li ser asasekî demokratîk çareser bibe. Ji lew re xwedî hêz û bandorek mezin e. Divê dewlet vê yekê li ber çavan bigire û çi hewce be bike."    MAFÊN DEMOKRATÎK    Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî û got: "Bi hezaran mirov ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin, demildest divê deriyên Girava Îmraliyê bên vekirin, li ber malbatê û parêzeran. Ez bang li saziyên navneteweyî dikim. Mafê her kesî tên naskirin, lê yên serok na. Ev nayê qebûlkirin. Pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn, pirsgirêka kurdî ye. Heya ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê ev xwîn nesekine. Her roj mirov dimirin. Divê dewlet vê yekê esas bigire. Deriyên Îmraliyê vebin, ji bo pirsgirêka kurdî çareser bibe û ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin."    MA / Bariş Polat