Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e 2021-06-04 09:48:17   SILÊMANÎ - Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih der barê talankirina Tirkiye ya daristanên Herêma Federe a Kurdistanê got; “Birîna darên xwezayî li Hirur, Batîfa û deverên din ên sinorî yên Kurdistanê sucê li dijî mirovahî û xwezayê ye. Nabe çav lê were girtin.”   Serokkomarê Iraqê Dr.Berhem Salih îro di derbarê birîna daristanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve peyamek li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kir. Berhem Salih di peyama xwe de got; “Tevî leşkerkêşan, binpêkirina serwerî, şer û koçberbûna welatiyan, birîna daristanên xwezayî yên Hirur, Batîfa û deverên din ên sinorê Kurdistanê suceke li dijî mirov û xwezayê. Divê çav lê neyê girtin. Erkê me ye wek Hikûmeta Federal û Herêmê alîkar bin ji bo ragirtina vê destdirêjiyê, talaniyê û cezakirina tawanbaran.”