Piştî operasyona eskeran şewat derket 2021-06-04 11:42:43   AMED - Piştî operasyona eskeran a li navçeya Pîranê bi dawî bû, li daristanê şewat derket.   Li daristana Gundê Pirejman a navçeya Pîran a Amedê şewat derket. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên heremî ragihandin, piştî ku operasyona eskerî ya di 1’ê Hezîranê de hatibû destpêkirin bi dawî bû, li daristana li quntara Çiyayê Gorse ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Çavkaniyan diyar kirin ku şewat hêj didome û mudaxaleyî wê nehatiye kirin.