3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan 2021-06-04 14:12:08 ÊLIH - Li Êlihê 3 kesên ku bi hêceta parvekirinên medya sanal hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi rê ve dibir de duh li Taxa Yeşîltepeyê polisan bi ser malan de girtibûn û 3 kesan binçav kiribûn. Polisan her sê kesan jî bi hêceta parvekirinên medya sanal bi angaşta "endamtiya rêxistinê" binçav kir û bir Miduriyeta Polîsan a Êlihê. Piştî ku îfadeyên wan hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeha Cezayê Silhê ya Nobedar kir û dadgehê jî ew bi şertê kontrola edlî berdan.