Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin 2021-06-04 14:57:16   AMED/MEREŞ – Li Amed û Mereşê polisan bi ser malan de girt û 19 kesan binçav kirin.    Li Amed û Mereşê operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin û polisan bi ser malan de girtin. Li her dê bajaran di serdegirtina malan de polisan 19 kesan binçavkirin.    AMED    Operasyonê li Amedê di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de pêk hat. Derbarê 22 kesan de biryara binçavkirin hat derxistin lê 18 kes hatin binçavkirin. Polisan kesên binçavkirin birin Miduriyeta Polisan a Amedê. Derbarê dosyayê de biryara nepeniyê hat dayîn û ji bo parêzeran jî heta 24 saetan hevdîtina bi binçavkiriyan re hat qedexekirin.    MEREŞ    Operasyona li Mereşê jî li navçeya Goksûyê pêk hat. Di serdegirtina malê de polisan welatiyê bi navê Mehmet Şeker binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê. Hat hinbûn ku Şeker di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin.    Hat diyarkirin ku wê Şeker bibin Mûşê û îhtîmal heye ku hejmara kesên binçavkirî zêde bibe.