Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da 2021-06-04 15:14:05   NAVENDA NÛÇEYAN – Jina ciwan Fexriye Dexil Reşo (17) ya êzidî ku li wargeha Xankê ya li bajarê Duhokê dijiya, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Jina ciwan a êzidî Fexriye Dexîl Reşo (17) ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî civaka êzidî, di sala 2014’an de bi malbata xwe re ji Şengalê derketibû û li wargeha Xankê ya li bajarê Duhokê bi cih bûbû, bi awayekî biguman dawî li jiyana xwe anî. Hat angaştkirin ku Reşo dawî li jiyana xwe aniye. Li ser agahdarkirina malbatê asayîş cihê bûyerê û der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.