KKP’ê starta kampanya kedê da 2021-06-04 15:36:04   AMED – Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîtyurek, li dijî xizanî û bêkariye bi dîruşmeya “Kar, kar, kar, karê 6 saetî, ji herkesî re kar” starta kampanya kedê da.    Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), li dijî encamên hilweşîner ên aborî û kapîtalîzmê yên li ser xizanî, karker û bêkaran bi dûrişmeya “Kar, kar, kar, karê 6 saetî, ji herkesî re kar” li Cemiyeta Rojnamegeran a Rojhilatê Başûr, bi daxuyaniyekê starta kampanya kedê da. Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.    LI ŞÛNA RAZEMENIYAN QEREQOLAN ÇÊDIKIN    Derbarê starta kampanyayê de bi kurdî û tirkî daxuyanî hatin dayîn. Daxuyaniya bi kurdî Maçîn û daxuyaniya bi tirkî jî Serokê KKP’ê yê Semsûrê Mûstafa Korkmaz da. Di daxuyaniyan de li ser rewşa aboriyê ya li Tirkiyeyê hat rawestandin û ev nirxandin hat kirin: “Di pêvajoya pandemiyê de qrîza aborî kûrtîr bû. Mirov bi zorê debara xwe dikin û kedkar terkî mirinê hatine kirin. Rewşa li Kurdistanê girantir e. Ji du kesan yek bêkar e. Ji deh kesan heft jê deyndar in. Pergala mêtinkar li şûna razemeniyan bi armanca ewlehiyê rê, qereqol û girtîgehan çêdike. Bi milyonan karker, bêkar û xizanî nikarin pêwîstiyên xwe yên jiyanî dabîn bikin.”    ‘SIYASETA ŞER QRÎZÊ KÛRTIR DIKE’   Piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek axivî û ev tişt gotin: “Desthilat li şûna pirsgirêkên karker û kedkaran çareser bike, bi polîtîkayên şer neçareseriyê ava dike. Siyaseta şer qrîzê kûrtir dike û prisgirêkên sivakî girantir dike. Kîjan dema ku Erdogan dakeve qadê bi qarînên ‘birçî me, bê kar im’ re rû bi rû dimîne. Lewre Lewre rojeva rasteqîn a bêkar, karker û xîzan; bêkarî, enflasyon û zem in. Berpirsyarê vê rewşê kapîtalîzm û desthilata siyasî ye. Li dijî vê ji bilî rêxistinkirin û têkoşîna hevpar a kar-ked-azadiyê rêyeke din tuneye.”   Di berdewamê de jî Çîftyurek bang li herkesî kir ku bi kampanya ku dane destpêkirin li dijî bêkarî, xizanî û pirsgirêkên giran ên civakî têbikoşe.