‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’ 2021-06-04 16:13:15   AMED - Meclîsa Jinan a Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê, diyar kir ku li şaredariyên ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin zext li jinên xebatkar tê kirin û tên tacîzkirin.    Meclisa Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Heremî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) a Amedê, têkildarî sirgûn û mobbînga li şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin li jinan tê kirin, li avahiya  xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Jinan di civînê de pankarta “Sirgun û mobbînga li ser jinan nayê qebûlkirin” vekirin. Di civînê de Hevseroka Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Nîhal Yanik axivî û diyar kir ku qadroyên rêveberî û qeyûmên desthilatê tayîn kirin, bi taybetî jinên xebatkar bi devkî tacîz dikin, mobbîng û zextê lê wan dikin.    CIHÊKARÎ   Yanik, da zanîn ku weke sendîka gelek carana li dijî mobbîng û sirgunên ku pêk tîne bi Midurê Giştî yê DÎSKÎ’yê re axivîne û rexmî vê jî midurê giştî dev ji helwesta xwe bernadeye. Yanik, bi lêv kir ku sirgunkirina jinên xebatkar a yekîneyên cuda her hefte didome û wiha got: “Divê qadroyên rêveberiya qeyûm ên di nava hewldanên ku jinan ji xebat û têkoşînê vekişînin de ne baş bizanin; heta ku ev cihêkariya zayendî û newekhevî bi dawî nebe em ê dest ji têkoşîna xwe bernadin.”   TACÎZ   Yanik, endama wan Beyda Yildiz ku wê weke qamereman girtine kar û pişt re ji aliyê rêveberiya qeyûm ve ji odeya xwe hatiye girtin û  kompîtur û arşîva wê hatiye desteserkirin mînak nîşan da û wiha axivî: “Li gel vê yekê Midurê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tûtşî mobbînga li ser endama me zêde kiriye û bi devkî wê tacîz kiriye. Pişt re endama me ji derveyî qadroya xwe sirgûnî yekîneyeke din hatiye kirin û li wir jî bi heman nêzîkatiyê re rû bi rû maye.”   XWÎN ÇÛ SER MEJIYÊ WÊ   Yanik, destnîşan kir ku dema endama wan Beyda Yildiz li Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê berpirsyara çapemeniyê bûye sirgunî Hezroyê hatiye kirin, xwîn çûye ser mejiyê wê û wiha berdewam kir: “Tu karmend nikarin ji derveyî çîna xwe an jî di bin dereceya pola xwe de were xebitîn. Midurê Giştî yê DÎSKÎ’yê û rêveberên wê qanûnan tune dihesibînin û muameleya kêfî didomînin. Rapor û destûrên îdarî yên endama me di rewşên nexweşî û şînê de digire nayên qebûlkirin û bi dehan caran bi awayekî bêhiqûqî derbarê wê de lêpirsîn vekirine. Endama me sirgunî navçeyê bûye û di vê pêvajoyê de xwîn çûye ser mejiyê wê. Derbarê hatin û çûyîna endama me ya tedawiya wê berdewam dike de ne xizmeta wesayît ne jî ya servîsê hatiye dayîn. Di qanûna karmendên dewletê de sazî mecbûre ku serwîsê bide xebatkarên xwe.”   ‘DESTÊ XWE BIKŞÎNIN’   Yanik, xwest ku li dijî mobbîngan divê wekheviya zayendî ya civakî pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tacîza devkî, zext û mobbînga li jinan tê kirin cureyeke tundiyê ye û her cureya tundiya li ser jinê polîtîk e. Divê wekheviya zayendî ya civakî li her qadê pêk were. Bi hêza ku li dijî polîtîkayên tekane û zayendî em ji piştevaniya jinê digirin em ê parastina mafên xwe bidomînin. Em careke din ji hişmendiya ku hebûna jinê qebûl neke re bang dikin; destê xwe demildest ji kar, nan, ked, jîn û mafên jinê bikişînin.”