Li Wargeha êzidiyan şewat derket 2021-06-04 16:51:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber çirûskeke ku ji têlên ceyranê derket, li Wargeha Şeriya ya li Duhokê ku êzîdî lê dimînin şewateke mezin derket.    Ji ber çirûskeke ku ji têlên ceyranê derket, li Wargeha Şeriya ya li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe ku ezîdî lê dimînin şewateke mezin derket. Tîmên agirkujan mudaxaleyî şewata her ku diçe mezin dibe kir. Di şewata hêj berdewam dike de têkildarî windabûna can û mal tu agahî nehatin bidestxistin.