Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel 2021-06-04 21:49:04   ÇEWLIG - Rêxistina HDP'ê ya Çewligê, bi dirûşmeya "azadiya civakî li dijî tecrîda civakî" civîneke gel li dar xist.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê, bi dirûşmeya "azadiya civakî li dijî tecrîda civakî" civîneke gel li dar xist. Civîn li avahiya partiyê hat lidarxistin û rêvebirê MED TÛHAD-FED'ê Parêzer Yûsûf Çakas, hevserokên HDP'a bajêr Arzû Firat, Hasan Sosysal û gelek welatî tevli civînê bûn.    Di civîna gel de Hevseroka HDP'a Çewligê Arzû Firat, anî ziman ku sedema alozî û krîza li Tirkiyeyê tecrîdkirian Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. firat, destnîşan kir ku tecrîdek bi vî rengî li tu devera cîhanê tune ye û got: "Malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Her wiha li zindanan çalakiyên greva birçîbûnê hene, ji bo bidawîkirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û îşkenceya li girtîgehan. Divê gelê me guh bide daxwaza girtiyan û bibe dengê wan."