Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye 2021-06-05 09:15:40 MÊRSÎN - Prof. Dr. Atîlla Guney, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mekanîzmayên derveyî siyasetê, siyasetê diyar diin û got: "AKP, bû mafya. Partî divê dakevin kuçeyan û muxalefeta civakî birêxistin bikin. Wekî din tu rê û çare tune ye."  Piştî lixwemikurhatina rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker, careke din têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê bûn rojev. Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Atîlla Guney ku îmze danîbû bin danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" û Peker jî gef lê xwaribû û gotibû "em ê xwîna wan birijînin", mikruhatinên Peker û geşedanên dawî nirxandin.    SIYASET Û MAFYA    Guney, bibîr xist ku ji dêvla Pekerê ku gef xwarin, akademîsyenên gef li wan hatine xwarin hatine darizandin û AKP ji bo îqtidara xwe qewî bike, di 10 salên dawî de bi mekanîzmayên derveyî siyasetê gef li siyasetê, civakê, akademîsyenan û rêxistin demokratîk xwarine û got: "Êdî siyaset bûye tiştekî mafyayî. Mafya jî bûye siyaset. Mekanîzmayên derveyî siyasetê, siyasetê diyar dikin. Dewleta ku esker, polîs û hiqûqê wekî ço bi kar dianî, êdî mafyayê wekî amûreke bîrdozî û siyasetê bi kar tîne. Piştî ku mekanîzmayên siyasetê yên klasîk dixitimin û pêşî li ber siyasetê digirin, mekanîzmayên derveyî siyasetê û mekanîzmayên tahdeyê dikevin dewrê."    TÊKILIYA SOYLÛ-PEKER    Guney, anî ziman ku Peker di daxuyaniyên xwe de qet behsa xwe nekiriye û got: "Gava behsa bûyerên ku tiliya wî jî tê de ne bike, wê çaxê em ê bûyerê an jî têkiliya mafya-siyasetê bi awayekî pir zelal bibînin." Guney, bilêv kir ku daxuyaniyên Peker salên 90'î tîne bîra mirov û got: "Navê vî zilamî di dosyeya Sûsûrlûkê de jî derbas dibe. Mehmet Agar wê çaxê jî heye. Gava em li Agar mêze bikin, em ê bibînin ku burokratek çawa bûye siyasî û em ê têkiliya wî ya bi mafyayê û mafyabûna siyasetê bibînin. Gava em li pêşveçûyîna Soylû mêze dikin, em dibînin ku Sedat Peker tim li cem wî bûye. Di vê pêşveçûyînê de, Pker astengiyên pêşiya wî ji holê rakirine. Em dibînin ku bê siyasetmedarek çawa li cem mafyayekî tevgeriyaye. Em di Peker de jî dibînin ku bê serikekî mafyayê çawa veguheriye karakterekî siyasî. Ev kes mîtîng li dar dixistin û ji bo îqtidarê doza rayan dikir. Em bi vî awayî têkiliya siyaset-mafyayê dibînin."    TÎPOLOJIYA AKP'Ê    Guney, bilêv kir ku AKP "rêxistineke mafyayî" ye û got: "Pergaleke rêxistinbûyîn ya AKP'ê heye ku naşibe tîpolojiya tu partiyê. Min bi salan dersên zanista siyasetê dan. Em ji xwendekaran re behsa tîpên partiyan dikin. Partiyên bîrdozî, partiyên çînî, partiyên komker, partiyên girseyî hwd. Lê AKP, di lîteratura siyasetê de naşibe tîpolojiya tu partiyê. Ji lew re bi temamî rêxistina berjewendiyan û sûcan e."    PIRSGIRÊKA KURD    Guney, diyar kir ku li Tirkiyeyê cara ewil di salên 1980'yan de têkiliya siyaset-mafyayê kifş bûye û di salên 90'î de jî ku tevgera kurd di van salan de xurt bû, mekanîzmaya siyaset-mafyayê bûye mekanîzmayeke sazîbûyînê û got: "Hema bibêje daxilî nav hcureyên burokratîk û siyasî yên dewletê bû. Siyaseta kurd jî bû laboratûvara wê. Di salên 90'î de bi hezaran kurd bûn qurbanê têkiliya siyaset-mafyayê. Rewşa niha, ne rewşeke cuda ye. Ev yek nîşan dide ku heya meseleya neteweyî, pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê têkiliya siyaset-mafyayê jî pir neyê çaresrkirin."    RÊXISTINBÛYÎNA MUXALEFETÊ    Guney, destnîşan kir ku di vî warî de ji bo parlementoyê wateyeke siyasetê nemaye û got: "Partî, divê dakevin kuçeyan û muxalefeta civakî birêxistin bikin. Wekî din tu rê û çare tune ye."    Guney, anî ziman ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurdî ye û ev pirsgirêk dê bi îqtidara heyî neyê çareserkirin û got: "Heya ku AKP îqtidar bibe, divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî hêvî li mirov peyda nebin. Divê têkoşîna civakî welat ji ê kabûsê bê xelaskirin û got. "Pirsgirêka kurdî bi şer nayê çareserkirin û şer kûrtir dike. Kesên naxwazin siyasetê bi rêyên demokratîk bikin, tim şer gur dikin. Ev rewş dê tenê ne ji bo îqtidarê, ji bo civakê û tevahiya welat jî bibe karesatek mezin. Şer, qirêjiyê zêdetir dikin."    MA / Mehmet Şah Orûç