Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin 2021-06-05 11:44:21   ÇEWLIK - Malên kesên ku li Taxa Kulturê ya Çewlikê tevlî “Projeya Veguhertina Bajarî” nehatin kirin, bi bariyerên sac hatin girtin. Şêniyên ku di nava toz û axê de man di hatin û çûyînan de mecbûr dimînin ku bi ser bariyeran re derbas bibin.   Xwediyên xaniyên li Taxa Kulturê ya Çewlikê ku tevlî “Projeya Veguhertina Bajarî” ya di 12’ê mijdara 2020’an de hatiye destpêkirin, nehatine kirin, bi bariyerên sac tên cezakirin. Taxa ku veguheriye qada şantiyê, di nava toz û axê de ma û hemû rêyên taxê ji hatin û çûyînê re hatine girtin. Welatî carcaran bi ser bariyeran re xwe diavêjin û wisa dikarin biçin malên xwe. Welatiyên ku dixwazin bariyeran rakin jî polîs ew asteng dikin.