Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn 2021-06-05 12:11:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Di şewata ku li Wargeha Şeriya ya Êzîdî li dimînin derket de 400 kon şewitîn û 6 kes birîndar bûn. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li êzidiyan kir ku vegerin Şengalê.    Ji ber çirûskeke ku ji têlên ceyranê derket, duh li Wargeha Şeriya ya li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe ku Êzîdî lê dimînin şewateke mezin derketibû û bi hewldanên tîmên agirkuj şewat hatibû vemirandin. Hat ragihandin ku di encama şewatê de 6 kes birîndar bûn û 400 kon şewitîn. Hat diyarkirin ku piştî berteka gel, rêveberên kampê ji peywîrê hatine girtin. Hat zanîn ku di nava Wargeha Şeriya ya Dihokê de 12 hezar welatiyên Êzidî dijîn û di encama şewatê de 184 malbat ku hejmara wan hezar û 4 kesin, ji derve mane. Hat diyarkirin ku gelek ji malbatên ku konên wan şewitîne li cem xizmên xwe dimînin.    BANGA VEGERA ŞENGALÊ   Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)  li ser bûyera şewata li Wargeha Şeriya ya Dihokê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew xwedîderketina li malbatan weke erka xwe dibînin û got ku ew amadene li Şengalê malbatan pêşwazî bikin. MXDŞ’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Em ji ber bûyera şewatê ya li Wargeha Şeriya xemgînin. Rewşa ku gelê me tê re derbas dibe ji nêz ve dişopînin. Em bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bidin Şengalê. Bi taybetî em amadene malbatên ku konên wan şewitîne bi hemû derfetên xwe li Şengalê pêşwazî bikin. Xwedîderketina van malbatên me em weke erkekê dibînin.”