Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn 2021-06-05 14:31:20   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo Mehmet Emîn Ozkan ê ku ji meha Gulanê ve bû 7 caran radikin nexweşxanê û nexweşê pençeşêrê Alî Osaman Kose banga berdana lezgîn kir.   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya hefteya 352’yemîn de, bal kişand ser rewşa  girtiyê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne û nexweşê pençeşêrê Alî Osman Kose (64) yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê tê girtin. Civîn li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqerê hat lidarxistin. Endama Lijneya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevirmen û rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Sevîl Tûrgût beşdarî civînê bûn. Çevîrmen di civînê de axivî û dest nîşan kir ku binpêkirinên mafên girtiyan her ku diçe kûrtir dibe û xwest êdî pirsgirêka girtiyan bê çareserkirin.    Çevîrmen, da zanîn ku Ozkan ev demek dirêje navê wî di lîsteya girtiyên nexweşên giran de cih digire û wiha got: “Ji 17’ê Gulanê ve Ozkan bu 7 caran radikin nexweşxanê. 25 salin girtiye û rewşa wî giran bûye. Divê îşkenceya li Ozkan tê kirin bi dawî bibe û demildest bê berdan.”   Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê 64 salî Kose jî wiha got: “Piştî ku nexweşiya pençeşêrê bi Kose re hat tespîtkirin, heya demek dirêj nehat emeliyat kirin. Di 31’ê Gulana 2021’an de hat emeliyatkirin. Gurçikek wî hat girtin. Di 3’yê Hezîranê de ji beşa lezgîn hat derxistin. Di dema dermankirinê de dest wî bi text ve kelepçe kirin. Niha li qawîşa hikumxaran dimîne. Nexweşiyên Kose giranin. Rîska jiyana wî heye. Hem Mehmet Emîn Ozkan û hem jî Alî Osman Kose, ne di wê rewşê de ne ku di girtîgehê de jiyana xwe dewam bikin. Em dixwazin ku mafên wan ên jiyanê bên parastin û ji bo ku derve de bên dermankirin, tavilê bên berdan.”