ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî 2021-06-05 14:48:06   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, aqûbeta 6 kesên ku di sala 1993’an de li Şirnexê winda bûbûn pirsî.    Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” bi awayekî online li dar xist û aqûbeta 6 kesên ku di sala 1993’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê winda bûbûn pirsî. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Denîz Bayrak daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Denîz Bayrak, diyar kir ku piştî bi salan sûcên ku JÎTEM, kontrgerilla û MÎT’ê kirine tên aşkerakirin û wiha got: “Rastî tênveşartin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê gelek caran Tirkiyeyê mehkûm kiriye. Rexmî vê jî lêpirsîn nehatine destpêkirin û faîl nehatine darizandin.    ‘DAN BER GULEYAN’   Bayrak, bi bîr xist ku Yûsûf Ozdemîr ku li bajaroka Bêspin leşkerî kiriye û piştî 20 salan aqûbeta 6 kesên ku li Silopiyayê hatine windakirin aşkera kiriye û wiha got: “Yûsûf Ozdemîr vegot ku di 13’ê hezîrana 1993’an de li tabûra wan şer derketiye û serê sibehê Fermandarê Tûgayê Mete Sayar ji Fermandarê Bolukê Hasan Basrî Vûral re gotiye, ‘wan 7 kesan bînin tabûrê’. Çûne gund van her heftan anîne. Ev kes Şemdîn Culaz, Mehmet Salîh Demîrhan, Halît Ozdemîr, Îbrahîm Akil, Abdûrrahman Kayek û welatiyên keldanî Hamdo Şîmşek û Hîkmet Şîmşek bûne. Piştre Abdurrahman Kayekî hatiye berdan û îşkence li 6 kesên din hatiye kirin û piştre di nav komeke qerebaliz de wan dane ber guleyan.”   ‘ÎŞKENCE DÎTIBÛ’   Di berdewamê de Bayrak, da zanîn ku Abdurrahma Kayek bi her şeş kesên hatine binçavkirin re îşkence dîtiye û neynokên wî hatine kişandin û ev tişt got: “Qet xeber nedaye, di heman şevê de gundê xwe terk kiriye. Malbat serî li tabûra ku lê hatine qetilkirin û Serdozgeriya Komarê dane. Lê encamek negirtine. Bersûc Mete Sayar, Hasan Basrî Vûral, Serdar Tekîn, Mûrat Alî Yildiz, Îbrahîm Kiraç, Tansel Erok lê dadgeha ku hatine darizandin beraet kirine. Di danişînan de şahidan bûyerê vegotiye. Piştî 20 salan li cihê ku gundê lê hatine veşartin hestiyên faîlên meçhûl hatine dîtin. Lê bersûc zirxa necezakirinê hatin parastin. Lê em ê ki bo demokrasî û mafê jiyanê têbikoşin. Em dixwazin ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin.”