ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan 2021-06-05 15:30:33   STENBOL - ÎHD’ê di hefteya 480’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de, xwest ku Naîf Îşçîyê 11 sal in mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 480’emîn de bi rêya onlinê çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê 11 sal in mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin. Daxuyaniya vê hefteyê endama komîsyonê Meral Nergîs Şahîn xwend û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn hatine asta ku gefan li mafê jiyanî yê girtiyan dixwin.    24 SAL CEZA LÊ BIRÎN   Şahîn, anî ziman ku Naîf Îşçî yê 25 salî ku 11 sal in girtiye, li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê de dimîne û diyar kir ku ji xeynî nexweşiya lingê wî nexweşiyên wî yên mîde û kêmxwîniyê jî hene. Şahîn, bilêv kir ku Îşçî ji ber windahiya kiloyên zêde zehmetiyê dikişîne ku tena serê xwe bijî. Şahîn di dewama axaftina xwe de wiha got: "Îşçî ji temenê xwe yê nasnameyê 4 salan biçûktir e. Dema di pola 8’emîn de xwendekar bû, bi sûcê alîkariya rêxistinê kirine hatiye binçavkirin. Dadgehê daxwaza ji bo temenê wî yê hestî bê diyar kirin, sewqî nexweşxaneyê bibe qebûl nekiriye. Piştî ku mafê wî yê darizandineke adil hat binpêkirin, sûcên wî giran kirin û 24 sal cezayê hefsê jê re birîn.”   ‘11 SAL IN TEDAWIYA WÎ NAYÊ KIRIN’   Şahîn, da zanîn ku beriya Îşçî bê binçavkirin qezayeke trafîkê derbaskiribû û hêj birînên wî sax nebûbûn girtibûn û biribûn girtîgehê. Şahîn, diyar kir ku piştî ku Îşçî hat girtin jî nebirine nexweşxaneyê û mecbûr maye ku kêlên emeliyatê jî bi derfetên xwe jê bike. Şahîn, anî ziman ku li gel bijîşkan gotiye divê platînê di lingê wî de piştî 6 mehan bê guhertin jî 11 sal in tedawiya wî nayê kirin û bi lêv kir ku hin pirsgirêkên ortopedîk dikişîne û di rêve çûnê de zehmetiyê dikşîne.    Şahîn, xwest ku mafê tenduristiyê û jiyanê yê Îşçî û hemû girtiyên nexweş bigirin bin parastinê û ji bo girtiyên nexweş, pîr û zarok bên berdan bang li rayedaran kirin