'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe' 2021-06-05 16:23:39   MEREŞ - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bazarcixê ya Mereşê diyar kir ku sedema qeyrana aborî û siyasî pergala tecrîda li Îmraliyê ye û xwest berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bazarcixê ya Mereşê têkildarî tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin daxuyani da. Endam û rêveberê HDP'ê yên navçe û Bajêr jî amade bûn.    Rêxistina HDP'ê li salona avahiyê pankarta "Li dijî tecrîda civakî, azadiya civakî" daliqandin û daxuyani dan. Di daxuyaniyê de Rêveberê HDP'ê yê Navçeya Bazarcixê Hanifi Keklîk, anî ziman ku polîtikayên tundiyê û operasyonên li dervê sînor rê li pêş şer vedike û wiha got: "Di operasyonên dersînor de gund têne valakirin. Xweza û ekolojî talan û wêran dibe. Îqtîdar li şûna aştiyê pêş bixe serî li şer dide. Aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd ê herî sereke Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo hikûmet rol û misyona xwe bilîze divê tecrîdê rake."    'SEDEMA QEYRANÊ ŞER E'    Keklîk, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şer û tundiyê li Tirkiyeyê qeyrana aborî, siyasî û civakî kûr dibe û wiha lê zêde kir: "Sedema qeyrana aborî û siyasî pergala tecrîda li Îmraliyê ye û xwest berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Rêya rast rêya aştî û demokrasiyê ye. Divê li ser esasê rêya aştî û demokrasyê bi rêya diyalogê pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber vê yekê divê parêzer û malbat dîsa karibin bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin."   Daxuyanî bi çepikan bi dawîbû