Li Amedê banga mitînga ziman 2021-06-05 16:50:36 AMED – Pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo mitînga ziman ku dê di 7’ê hezîranê de li Qada Stasyonê li dar bixin, banga tevlîbûnê kirin.    Ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî ve bi daxwaza ku “Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerdehî bê kirin” wê di 7’ê hezîranê de li Qada Stasyonê ya Amedê mitîng bê lidarxistin. Xebatên pêkhateyên torê yên ji bo mîtîngê li bajar didomin. Li navçeyên navendî yên Amedê Yenîşehîr, Rezan, Peyas û Sûrê ji bo tevlîbûna mitîngê belavkirina belavokan pêk hat.    VEXWENDINA MITÎNGÊ   Danezanên ku li ser wan “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” nivîsandî û etîketên ku navên kurdî yên fikî û zêrzewatan li ser wan nivîsandî li esnafên bazarên semtan hatin belavkirin. Welatiyan got ku wê tevlî mitîngê bibin û ji bo kampanya hatiye destpêkirin kêfxweşiya xwe anîn ziman.   LI YENÎŞEHÎRÊ ASTENGÎ   Li navçeya Yenîşehîrê belavkirina belavokan a pêkhateyên torê ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Li ser vê astengkirin pêkhateyan etîkên ku navên kurdî yen fikî û zêrzewatên li ser wan nivîsadîbûn li esnafên bazarê yên Semta Ofîsê belav kirin.