Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin 2021-06-05 23:57:42   MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ber êrîşa Tirkiyeyê daketin qadan. Şêniyên wargehê destnîşan kirin ku ji ber wan zilm û zora Tirkiyeyê qebûl nekirin penaber bûne û gotin: "Heta serkeftinê em ê li berxwe bidin û gav bi şûnde neavêjin."    Şêniyên Wargehê Penberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrîşa Tirkiyeyê li ser wargehe, daketin qadan. Şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû, ji wir heta benda kontrolê ya leşkerên Iraqê ya Navçeya Mexmûrê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên "Bi mire xiyanet, "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedan Mexmûr" berz kirin. Li ber benda kontrolê  piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî kesên ji bo Azadiyê canê xwe dane rêz girtin. Piştre Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyanî da.   'EM JI BER POLÎTÎKAYÊN TIRK NEÇAR MAN KOÇ BIKIN'    Kaçan, balkişand li ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY), Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hevkariya  PDK’ê ya li gel Tirkiyeyê. Kaçan êrîşa Tirkiye ya li Mexmûrê şermezar kir û got: “Di 28 salên penbertiyê de dewleta Tirk, hevkarê wan Kurdê xiyanetkar PDK û bi piştygiriya hêzên NATO’yê bi dehan car êrîşî gelê me yê azadî xwaz kirine. Ji ber polîtîkaya dewleta Tirk ya îmha û înkarkirinê, em neçar ma ku terka axa bav û kalên xwe bikin. Ji roja destpêkê heta niha wek dayîk û bavên şehîdan û şopdarên Rêber Apo, ti caran gav şûnde na avêtiye û em ê ti caran gav şûnde ne avêjin. Heta em dijmin têk nebin, wê berxwedana me heta serkeftinê bidome. Tevî hemû êrîşan helwesta gelê me ya li vê derê dide nişadan wê li hember dagirkerî û êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.”   Piştî daxuyaniyê şandeyek li ser navê gelê wargehê bi hêzên leşkerî yên Iraqê re hevdîtinek kirin. Di hevdîtinê de şandeya Mexmûrê ji berpirsên artêşa Iraqê xwestin ku li dijî êrişên dewleta Tirk bi erka xwe rabin û bê helwest nemînin.