Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye 2021-06-06 00:16:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Sefîra di asta Neteweyên Yekbûyî de ya DYA'yê Linda Thomas-Greenfield, bal kişand ser êrîşa Tirkiye ya li dijî kampa penaberan a Mexmûrê û got: "Ev êrîş li dijî hiqûqa navdewletî û hiqûqa mirovahiyê ye."    Sefîra di asta Neteweyên Yekbûyî de ya DYA'yê Linda Thomas-Greenfield, fikarên xwe yên der barê êrîşa Tirkiye ya li dijî Kama Şehît Rustem Cûrî (Mexmûrê) de anî ziman. Greenfield, bal kişand ser êrîşa Tirkiye ya li dijî kampa penaberan a Mexmûrê û got: "Ev êrîş li dijî hiqûqa navdewletî û hiqûqa mirovahiyê ye. Rayedarên Tirkiye sivîlên wargeha penaberan a Mexmûrê kirine hedef. Ev li dijî pîvan û hiqûqa mirovahiyê û navdeweltî ye. Ez alîgirê peymanê dawet dikim ku hurmetê nîşanî mafê penaberan bidin."