Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe 2021-06-06 09:00:34   WAN - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku di mîtînga ziman a Wanê de gel xwedî li zimanê xwe derketiye û got: "Heger zimanê gelekî bi polîtîkayên asîmlasiyonê bê tunekirin, dê çand, nasname û dîroka wî gelî jî tune bibe." Berdan xwest her kes piştgiriya kampanyayê bike.    Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê di 21'ê Sibatê de kampanyayek dabû destpêkirin û kampanya niha bi mîtînagn didome. Piştî mîtînga li Cizîr, li Wanê jî mîtîngek hat lidarxistin. Çendî ku mîtîng hatibû qedexekirin jî, bi sedan kes meşiyan û dirûşmeya bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê berz kirin.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ku tevli mîtîngê bû û endamê Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev, kampanyaya ji bo ziman nirxandin.    100 HEZAR ÎMZE HATIN BERHEVKIRIN    Bawer Berşev, diyar kir ku starta mîtîngan li Cizîrê dest pê kiriye, lê belê mîtînga hat astengkirin û heman tişt li Wanê jî çêbû, lê belê dîsa jî daxwazên xwe anîne ziman. Berşev, da zanîn ku heya niha di çaçroveya kampanyayê de nêzî 100 hezar îmze berhev kirine û dê bi mîtîngan kampanyayê mezintir bikin. Berşev, destnîşan kir ku armanca astengkirina kampanyayan, pêşîlêgirtina kampanayê ye.    GEL XWDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKET    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku tevli mîtîngê bû, destnîşan kir ku çendî ku hat qedexekirin û polîsan asteng kir jî gel xwedî li zimanê xwe derketiye. Ozturk, bilêv kir ku kurdî nasnameya kurdan e û lewma ewilî kurdî hedef hatiye girtin. Ozturk got: "Heger zimanê gelekî bi polîtîkayên asîmlasiyonê bê tunekirin, dê çand, nasname û dîroka wî gelî jî tune bibe. Lewma divê em xwedî li zimanê xwe drkevin. Kurdî, zimanekî dewlemend ê erdnîgariya Mezopotamyayê ye. Divê em li hemû qadên jiyanê xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Ji bo serketinê ewilî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin."    ‘EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'    Ozturk, destnîşan kir ku hêleke tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî polîtîkayên asîmlasiyonê ne û got: "Sedema polîtîkayên dijminatî û tecrîdê ev e. Dewletê digot, 'me kurd qedandin', lê ev gel bi Ocalan re ji nû ve vejiya. Ocalan, gelê kurd bi ruh û can kir. Gelê kurd jî vê rastiyê dibîne û xwedî li zimanê xwe û nasnameya xwe derdikeve. Tecrîda li Îmraliyê ya ji ber vê tê kirin, niha li seranserê Tirkiyeyê belav bûye. Her kes tê tecrîdkirin. Ji bo em xwedî li zimanê xwe derkevin ewilî divê em tecrîda li ser xwe bişikînin."    MA / Dîndar Karataş