Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye 2021-06-06 10:32:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Sedat Peker ê çerxa bertîlê ya li şaredariyan û nelirêtiyên di îhaleyan de vegot, diyar kir ku şirketa sîgortayê ya Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû 57 qat mezin bûye û got: “Hemû holdîng gel tene. Îro roja te ya dawiye. Tu yê li Dadgeha Bilind bê darizandin û ceza kirin.”    Rêveberê rêxistina sûc a girêdayî dewletê Sedat Peker, vîdyoya xwe ya 9’emîn a bi sernavê “Em ne bi jiyan û kalbûyînê, bi berxwendanê mezin dibin” li ser Youtube weşand. Di vê vîdyoyê de, Peker carek din qala Wêzîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû û xizmên wî dike û nelirêtiyên di şaredariyan de vedibêje.   DI ŞAREDARIYAN DE ÇERXA BERTÎLÊ   Ji axaftina Peker hin sernav wiha ne: “Ezê vebêjim, ezê hemûyan vebêjim. Dema ku ez behsa li welat pere çawan tên dizîn, pergala bertîlê ya di şaredariyan de çawan tê bi rêvebirin û komeleyên jêr ên hene bikim hûnê dîn bibin û hûnê pirsa dizitiya profesyonel çawan wisan dibe bikin. Di îhaleyên dewletê de, pergala taşerontiyê…Ezê bûyerên mîna van vebêjim. Piştî nifşekê ji xwe wê desthildarî derbasî we bibe. Hûnê welat bi rêve bibin. Dema hûn hatin jî, her tişt rehet dibe.  Lêçûnên we qet çênabin.    Dema ku serokekê şaredariyê dixwaze bertîlê bigire, ji te pere nagire. Ji tere dibêje ku komeleyekê me heye. Biçe wê derê û evqas pere alîkarî bidiyê. Yek milyon, 3 milyon…Tu diçî wê komeleyê û pere radizînî. Li vir ji bo xêrxwaziyê ye… Qet meraq nekin, şaredarno… Me li hev kiriye. Emê rast bi axivin. Xizmekê Sulu (Suleyman Soylû) yê li Enqerê hebû. Karên ku wî dikirin hemû mezin bûne. Rêveberiya hemû bankayan, midûrên giştî û her kesî dike.    Pergala di şaredariyê de ya min vegot hebû. Niha te ji bo wir pere razand. Tu yê wisan ji bo xwe bêjî ku pere ji bo serokê şaredariyê neçû. Lê ew çi dike? Ew ji bo hevalê xwe yê ku herî zêde pê bawer dike, dibêj 100 hezar lîre kar heye, ‘tu fatûreya 1 milyonî bibire.’ Kar dide mirovê ku ew dixwaze. Di vê kesên ku teklîfa herî baş didin, îhaleyê bigirin. Dûre karê 1 milyonî digire, lê bi 100 hezar lîreyî çêdike. 100 hezar lîre dide wî, 100 hezar jî ji bo baçayê derbikeve, li paş 800 hezar lîreyê dimîne dixe berîka xwe. Wile ez henekan nakim. Gelo çima kes ceza nagire û dûre beraet dike? Ji ber ku pergal wiha tê bi rêve birin.    Ez ê qala pergala taşeron çawa dixebite jî bikim. Bi 1 milyon dolarî îhalê digire, lê yek qurûşî nade karkeran. Pergala taşerona jêr heye. 400 gezar milyon dolar didin taşeron, 600 milyon dolar dixin berîka xwe. Di heman demê de, taşeronên jêrîn jî xwediyê taşeronên jêrtirîn hene. Gelo taşerona herî jêrîn çidike?   SULU WÊ ÎRO ROJA TE YA DAWÎ BE   Me çi gotibû. Me gotibû wê hemû derbikevin holê. Sîgorteya Engîn… Suslu Sulu… Şirketa te ji sedî 5 hezar û 700 mezin bûye. 57 qat mezin bûye. Li ku dera cîhanê tiştek wisa heye? Hemû holdîng gel tene. Sulu, ez ê îro te di kuna derzîre derbas bikim. Îro roja te ya dawiye. Tu yê li Dadgeha Bilind bê darizandin û cezakirin. Tu şansekê te tuneye. Hemû delîlên te li gel minin. Ango ez serokê rêxistina sûc im. Ji ber wê, berî ku ez biçim derveyî welat, te gazî min kir û li odeya xwe kirim mêvan. Ezê hîna werim ser vê. Sulu li benda min bimîne.”