Amed ji bo mîtînga ziman amade ye 2021-06-06 13:56:10 AMED - Hevseroka Komeleya Wêjevanên Kurd Sûltan Yaray, diyar kir ku wan amadekariyên xwe yên mîtînga ziman a sibe li Amedê bê lidarxistin temam kirin û her kes vexwend Qada Îstasyonê.   Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxwaza ku “Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê” wê sibe 7’ê Hezîranê li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga fînalê li dar bixe. Mîtîn wê saet 16.00’an dest pê bike. Amadekariyên mîtîngê bi dawî bûn.    Hevserokê Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MEB-DER) Şîlan Elmas Kan, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Safiye Akdag wê di mîtîngê de bi axivin. Hûnermend Mehmet Atli, komên Koma Dengê Jinên Azad û Koma Dicle-Firat dê derkevin ser dikê.   Hevseroka Komeleya Wêjevanên Kurd Sûltan Yaray, banga tevlîbûna mîtîngê li raya giştî kir.    GIRÎNGIYA KAMPANYAYÊ   Yaray, diyar kir ku kampanyeya ziman xwedî girîngiyek stratejîke û wiha got: “Xwedî derketin û mezinkirina vê kampanyayê, di heman demê de xwedî derketina çand û nirxên hevpar ên gelê Kurde. Ligel hemû astengiyan jî li Wan û Cizîrê çalakiyên ji bo ziman hatin lidarxistin. Di nava gel de xwedî derketin ziman heye.”     BANGA TEVLÎBÛNÊ   Yaray, ji bo mîtînga sibe li Amedê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û wiha axivî: “Ligel hemû astengiyan, emê dakevin qadan û xwedî zimanê xwe derkevin. Piştî mîtîngê jî emê xebatên xwe yên ziman dewam bikin. Emê panelan lidar bixin û semîneran bidin. Em ê li çar parçeyên Kurdistanê, xebatên xwe yên yekitiya ziman bi rêve bibin. Em ê bi hevparên kampanyayê re, tax bi tax, gund bi gund û bajar bi bajar bigerin û îmzeyan ber hev bikin. Dûre emê di asta navneteweyî de, serlêdanên pêwîst bikin.”