Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin 2021-06-06 15:49:47 WAN - Pasdarên Îranê, gule berdan yek jê zarok 2 kolberan û birîndar kirin.   Li gorî nûçeya Kolbernewsê, pasdarên Îranê, li herêmên Sîna û Ûrmiyê, gule berdan kolberan. Di bûyera li Sînayê de, kolberê 35 salî Soran Qadirî birîndar bû. Qadîrî rakirin nexweşxaneya Merîwanê.   Li çoltera Ûrmiyê jî, kolberê 15 salî Y.F., di 5’ê Hezîranê de, di encama guleberandina pasdaran de birîndar bû.