Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin 2021-06-06 17:20:57   MEXMÛR - DAIŞ û TSK'ê di nava 4 salên dawî de 6 caran bi balafir, SÎHA'yan êrîyî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) kir. Di êrîşan de 12 welatiyên Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan.    Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ku 12 hezar mirov lê dijîn, di nava 4 salên dawî de 6 caran bi êrîyên hewayî yên teyare û SÎHA re rû bi rû man. Di êrîşên 4 salên dawî de 12 welatî hatin kuştin û 2 welatî jî birîndar bûn. Di salên 1990'an de bi hezaran welatiyên ku eskeran gundê wan şewitandin, ji Şirnex û Colemêrgê koç kirin û berê xwe dan Herêma Federe a Kurdistanê. Bi hezaran Kurdên ku esker û cerdevanan gundê wan şewitandin tevî zarok, kal pîran koçberî Başûrê Kurdistanê bûn. Li gelek wargehan bi cih bûn. Herî dawî li  Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî bi cih bûn. Niha 27 salin li vir di nava şertên dijwar de dijîn.    Her çiqas wargeh bi fermî di jêr çavdêriya Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Netewên Yekbûyî de ye, lê ji 2017’an ve Tirkiye 6 caran bi balefirên şer û keşfê wargeh bombebaran kiriye û ji ber bombebaranan 12 sivîlên wargehê hatin kuştin. Wargeh çend caran rastî êrişa çeteyên DAIŞ’ê jî hatiye. Di ser de jî nêzî du sal in PDK’ê dorpêç kirkiye û ambarga donîye ser wargehê Destûr nadin welatiyên nexweş, karker, xwendekar û welatiyên wargehê derbasî Hewlêrê bibin.   DI 4 SALAN DE 12 ÊRÎŞ: 12 KES HATIN KUŞTIN    Di 6’ê Kanûna 2017’an de balafirên şer ên Tirkiyeyê Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar jiyana xwe ji dest dan.    Di 13’ê Kanûna 2018’an de balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li penaberên Mexmûrê barandin. Di êrîşê de sivîl Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dan.    Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de carek din balefirên şer ên Tirkiyeyê bombe li wargehê barandin. Di encamê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.   Di 15’ê Nîsana 2020’an de dîsa Balafirên bi Çek û Bê Mirov (SÎHA) li şêniyên wargehê bombe barand. Di encamê de 3 jinên ciwan ên wargehê jiyana xwe ji dest dan.    Di 15’ê Hezîrana 2020’an de jî balefirên şer ên TSK'ê derdora wargeha Mexmûrê, Çiyayê Qereçox û devera Miştenur a dikeve tenişta kampê bi dijwarî bombebaran kir. Lê ti ziyanek canî çênebû.   Herî dawî di 5 Hezîran 2021'ê de Balefira Bi Çek û Bê Mirov (SÎHA) ya Tirkiyeyê ji Barafeha MÎT'ê ya li Hewlerê rabû û Wargeha Mexmûrê bombe kir. Lê tu kesan jiyana xwe ji dest neda û tu kes birîndar nebûn.