‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’ 2021-06-07 09:11:47 ÎZMÎR - Endamê MYK’a HDP’ê Mahfûz Guleryuz detnîşan kir ku tişta esas ew e ku divê ne kes ew rêxistina xwe sîstematîk di nava dewletê de bi rêxistin dike derkeve holê.  Rêveberê çeteya ku di nava dewletê de Sedat Peker heta îro 9 vîdeo parve kirin û hemû tiştên balkêş ku di nava dewletê de bûne û têkiliya dewlet-mafya-çete ku ji salên 1990’î ve pêk tê eşkere dike û îdiayên cidî dike. Di serê van kesên ku Peker wan îfşa dike de jî Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Mehmet Agar û Wezîrê Karên Navxweyî yê niha Suleyman Soylû tên.    Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahfuz Guleryuz daxuyaniyên Peker wek têkiliyên dewlet û mafyayê ku çawa tiştan bi serê kurdan de anîne radixe ber çavan nirxand.    RÊXISTINA DERYASAYΠ   Guleryuz anî ziman ku divê mikur hatinên Peker divê biçûk neyên dîtin û tiştên dibêje mûyê canê mirovan dike şûjin û tevî hemû mikurhatinan jî heta niha gav neavêtin rewşa welat a ku qet demokrasî nîne radixe ber çavan.    Guleryuz da zanîn ku ew ne xerîbên mikur hatinên Peker in û got: “Ya esas ew e ku rêxistinên ku wek deryasayî tên zanîn heta îro hatine û li ser kar bûne. Ev rêxistin ango ev kes heta îro hatine parastin. Ev rêxistina hatiye parastin di nava dewletê de wezîfeya derfermî bi rê ve biriye.”    ‘DIVÊ EV RÊXISTINA GAYRÎ NÎZAMÎ WERE DEŞÎFREKIRIN’    Guleryuz anî ziman ku ji axaftinên Peker derdikeve holê ku rêxistina dewletê tê parastin û wiha got: “Di vegotina Peker de jî wisa xuya dibe ku dewlet xeletiyan nake û dewlet her tim tiştên rast dike. Yanî li gorî axaftinên wî mirov wisa fêm dike ku dewlet dikare karên gayrî nîzamî jî bike. Dibêje ‘ez di vir de dewletê sûcdar nakim, kesan sûcdar dikim’. Dewletê ji van karan bêsûc dike. Lê ev hemû tişt di derdora pirsgirêka kurd de ceryan dike û dîsa înkara kurdan a sed  salî ku ji aliyê dewletê ve tê kirin derdixe holê. Divê ew rêxistin û kesên wê bi rê ve dibin werin deşîfre kirin. Lazim e ev kes werin lawazkirin û ya esas jî ew e ku ev gayrî nîzamiya sîstematîk derkeve holê.”    MA / Naci Kaya