Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin 2021-06-07 12:02:48   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re li ber Edliya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê dewam dike, wiha got: “Me mirin daye ber çavên xwe. Em bi biryarin, emê edaletê bînin.”    Emîne Şenyaşar a 2 kurên xwe û hevjînê xwe di êrişa xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliya Rihayê nobeta xwe ya “edaletê” dewam dikin. Çalakiya dayik û kurê wê di roja 91’emîn de ye. Malbat îro serê sibê hat ber Edliya Rihayê dest bi nobeta xwe kir.    ‘ME MIRIN DAYE BER ÇAVÊ XWE’   Ferît Şenyaşar di nobetê de axivî û wiha got: “Ev 3 mehin em lêgerîna xwe ya edaletê dewam dikin. Me 3 meh li dû xwe hiştin. Me mirin daye ber çavên xwe. Em bi biryarin, emê edaletê bînin. Her ku diçe pirsgirêkên tenduristiya dayika min girin dibin. Qebûl nake ku were derman kirin. Ger edalet bê bicih anîn, wê dayika min dermankirinê qebûl bike. Em li vê derê bi piştevaniyê li ser piyan dimînin. Em dixwazin kesên hestiyar piştgiriyê bidin têkoşîna me.”   5 ROJAN NOBET   Malbata Şenyaşar, berê biryar da bû ku ew ê hefteyê 3 rojan nobeta xwe ya edaletê ya li ber edliyê dewam bikin, lê malbatê da zanîn ku dê heftiyê 5 rojan çalakiya xwe dewam bikin. Malbat, wê 5 rojên di nava heftiyê de li ber edliyê û du rojên dawiya heftiyê jî, li malê çalakiya xwe dewam bike.   ‘ME MEŞALEYA EDALETÊ PÊXIST’   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya înternetê jî, ev peyam parve kir: “Me meşaleya EDALET’ê li ber Qesra Edaletê ya Rihayê pêxist. Bila tiştek di tarîtiyê de nemîne. Ger hûn bersûcên bûyeran ceza nekin, wê zêdetir bi hêz bibin û zilma xwe dewam bikin. Werin! Li ber Qesra Edaletê ya Rihayê, em ji vê zilmê re bêjin êdî bese…”