Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin 2021-06-07 13:13:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji fermendarên Wezareta Pêşmerge Qadir Xoranî, derbarê êrişa li dijî pêşmergeyên li Metîna ku tê xistin ku bixin stûyê PKK'ê de axivî û diyar kir ku yan F-16, an jî SÎHA'yan pêşmerge ji jor de bombebaran kirine.   Li Herêma Kurdistana Federe, di 5'ê Hezîranê de li dijî hêzên pêşmerge yên sewqî herêma Metînayê hatin kirin ji jor ve êriş pêk hat. Di êrişê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 4 pêşmerge jî birîndar bûn. Sazî û dezgehên ragihandinê yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di nûçeyên xwe yên ewil de, bûyer weke "bombardûmanê" ragihandin, lê piştî demek kûrt, HPG weke berpirsiyarê êrişê ragihan û gunehbar kir.     Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Çapemeniya HPG'ê ya darbarê bûyerê de jî, hat diyarkirin ku hêzên wan êriş nekirin û ji bo lêkolînkirina bûyerê xwest "Şandeyek serbixwe" biçe herêmê. Derbarê êrişa ky mijara gotinê de ye, gelek aliyan daxuyanî dan. Lê li gorî pisporan, dîmen û wêneyên maşîneya zirxî ya ku hatiye hedef girtin, didin nîşandin ku ji jor ve êrişî wê hatiye kirin.   Ji fermendarên Wezareta Pêşmerge Qadir Xoranî ku di warê leşkerî de pispor û xwedî tecrûbeye mezine li ser hesabê xwe yê facebook, bal kişand ser êrişa li Metîna ya ser hêzên pêşmerge.   Qadir Xoranî got ku wesayîta zirxî ya pêşmergeyan ku 5’ê Hezîranê de hate hedef girtin, ji aliyê balafirên F16 yan jî balfirên bê mirov ve hatiye bombebaran kirin.   Fermandar Qadir Xoranî bi 3 xalan vê mijarê vedike.   * Ez bi xwe li wê wesayîta zirxî siwar bûme. Ev wesayîta zirxî gelek qayîm û bihêze.   * Ti şopên guleyan li ser rexên wesayîta zirxî nînin, eger bi mûşekê jî êriş lê hatiba kirin, pêwîst bû her çar dora wesayîta ketiba, yan jî tekeleyên wesayîtê parçebûban.   * Li gorî axaftinên pêşmergeyên birîndar şer nebû. Pêşmergeyên birîndar diyarkirin ku ji esman ve êriş li wesayîta wan hatiye kirin. Li gorî wêneyan jî wisan diyare yan balafirên F-16 yan jî balafirek bê mirov, wesayîtê bombebaran kiriye.   Fermandar Qadir di dewama peyama xwe de, wiha dibêje: “Li gorî min ev kiryara terorîstî, yan bi balafira F-16 yan jî balafira bê mirov, ji aliyê hêzek terorîst dijî pêşmergeyên Kurdistanê pêkaniye. Armanca siyasî li pişt vê heye. Ev êriş bi pîlane û armanca êrişê gurkirina şerê Kurd kujî û wêrankirina Herêma Kurdistanê ye.”