Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da 2021-06-07 13:47:42   AMED - Hat îdiakirin ku li Farqînê xwişkek û birayek bi sîlehê întîhar kirine. Hat zanîn Rengîn Ş. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    Li gundê Fêra yê bi ser navçeya Farqînê ya Amedê ve di 5’ê hezîranê de Muhammed (26) û xwişka wî Rengîn Ş. (22) tê gotin bi sîlehê întîhar kirine.    Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatibûn kirin û xwişk û bira rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê hatibûn kirin. Hat zanîn ku Rengîn Ş. vê sibehê jiyana xwe ji dest daye.    Malbatê cenazeyê keça xwe wergirt û li gundê Fêra veşart.    Hat zanîn ku rewşa Muhammed Ş. ê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê tê razandin jî giran e.