Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev 2021-06-07 13:48:08   AGIRÎ – Meclisa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Ji bo jinan edalet” de bi hevdîtinên “Ji xizaniya jinê re na” li Zozanê Sînegê bi jinên koçer re hat gel hev.    Meclisa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Ji bo jinan edalet” de hevdîtinên xwe yên “Ji xizaniya jinê re na” didomîne û li Zozanê Sînegê yê girêdayî navçeya Avkevirê ya Agiriyê serdana jinên koçer kir. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê ya Ersoy jî di nav de gelek jin tevlÎ serdanê bûn û bi jinên koçer re hatin gelhev.     CEYRAN TUNE YE AV JI BÎRÊ YE   Di serdanê de Başaran bi jinan re li ser zehmetiyên ku dikişînin sohbet kir û pirsgirêk ku dijîn guhdar kir. Jinên koçer ku ji Îdirê hatine Zozanê Sînegê, dan zanîn ku wê heta 3 mehan li zozanan bin û ceyrana wan tuneye û avê jî birîan dikişînin.    ‘EM HILDEBERÎNIN PERE JÎ ZILAM DIGIRIN’   Ji jinên koçer Morî Kisak ku bi gotina “Min çavê vekiriye nekiriye em koçerî dikin” dest bi axafitna xwe kir, ev tişt anîn ziman: “Bi zarokên xwe re hatime û heta 3 mehan em li vir in. Em sewalên xwe didoşin û şîrê xwe didin mandirayê. Debara me bibe jî nebe em neçar in vî karî bikin. Em hildiberînin zilam pere digirin.”   ‘BÊEDALETÎ HEYE’   Rabîa Çogûn a 16 salî ku alîkariya malbata xwe ya koçer dike jî got ku ji ber li zozanan in nikare dersên xwe bixebite û xwe bigihîne înternetê û wiha ev tişt got: “Li welat gelek bêedaletî heye. Piştî ku hefteyek dibistan ma tablet dan. Bi her du xiwşkên xwe re em bi ser telefonê dersên xwe dixebitin.”   WÊ HEVDÎTIN BIDOMIN   Jinên HDP’î jî soz dan jinên koçer ku wê li her platformê pirsgirêkên wan bînin ziman. Piştî serdana xwe ya jinên koçer heyeta jinan a HDP’ê ji bo ku bi jinên karkerê malê re hevdîtin bike derbasî gundê Zîro yê Agiriyê bûn.