Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin 2021-06-07 13:53:46   COLEMÊRG - Danişîna doza Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a qeyûm danîne şûna wê, hat lidarxistin û dîsa biryara berdewama girtina wê hat dayîn.    Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ji cotmeha 2019’an ve girtî ye û qeyûm danîne şûna wê îro carek din derket pêşberî dadger. Danişîna nehemîn a doza Yaşar li 1’emîn Dadeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Yaşar a bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan beşdarî danişînê bû.    Yaşar parastina xwe ya berê dubare kir û got di dosyeyê de tiştek ku bibe sûc nîne. Parêzerên Yaşar jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin û ji ber bêsûc e û şertên pandemiyê were berdan.    Şandeya dadgehê piştî navberek kin li ser daxwaza mudafiyên bersûc danişînê taloqî 3’yê îlonê kir û biryara berdewamiya girtina Yaşar da.