Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin 2021-06-07 15:04:55 RIHA – Serokê baroyên herêmê malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di nobeta “edaletê” de ye zirat kirin, diyar kirin ku ewê piştgiriya xwe ya hiqûqî dewam bikin û li gel malbatê bin.    Serokên baroyên Amed, Riha, Êlih, Wan, Mûş, Mêrdîn, Dersim, Şirnex, Çewlikê û gelek parêzeran îro dayika Emîne Şenyaşar a 2 kurên xwe û hevjînê xwe di êrişa xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin a bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliya Rihayê di roja 91’emîn de nobeta xwe ya “edaletê” dewam dikin, ziyaret kirin.    'TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE'   Ferît Şenyaşar di serdanê de axivî û diyar kir ku di dema çalakiyê de 4 caran hatiye binçavkirin û bal kişand ser zextên li wan tên kirin. Şenyaşar, anî ziman ku bi piştgiriyê li ser piyan dimînin û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe heya dawiyê bidomînin. Berê pirsgireka tenduristiya dayika min qet tune bû. Niha ji bo sedî 70 çavê wê çepê nabîne. Heya ku birayê min neyê berdan, dermankirinê qebûl nake. Dayika min 3 salin digirî. Li malê û li vê derê tim digirî. Qeydên kamerayê yên li nexweşxaneyê vedişêrin. 3 kes qetilkirin, tenê 18 sal dan kesekê.”    BERTEKA DAYÎKÊ    Emîne Şenyaşar jî, dest nîşan kir ku kurê wê Fadil Şenyaşar 3 salin di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got: “Hêlîna me wêran kirin. Ez nikarim li malê rûnim. Ev dewletek çawane? Nobeta me ket meha 4’emîn. Gelo çima kes dengê me nabihîse. Çima kurê min hîna girtiye? Berî ku bimirim dixwazim ku kurê xwe li derve bibinim.”    SERDANVANAN ASTENG DIKIN   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, piştî malbatê axivî û wiha got: “Malbatê di 9’ê Adarê de li ser derenceyên edliyê dest bi çalakiya xwe kir. Dûre ew derxistin derveyî baxçeyê edliyê. Ji ber ku edalet xwestin hatin binçavkirin. Kesên hatin serdana wan jî asteng kirin.”    LÊPIRSÎNEK BI BANDOR   Ji parêzerên malbatê Sevda Çelîk Ozbîngol jî, derbarê dosyeya dozê de hin agahî parve kirin û wiha got: “Ez weke parêzer, rûniştina ber avahiya edliyê pir bi êş dibînim. Lêpirsîna siyasî ya di dosyayê de bi awayekê zelal derket holê. Divê lêpirsînek bi bandor bê kirin. Dosya kirin du beş. Em ê israra xwe ya bi cih anîna edaletê dewam bikin. Ev piştgiriya baroyan ji bo em girînge. Em lêpirsîneke bi bandor daxwaz dikin.”    ‘EM BI WE RE NE’   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî, anî ziman ku ew li ser navê hemî parêzer û baroyên li herêmê vê serdanê pêk tînin û wiha axivî: “Ev dosya dosyeya me ye. Me îro xwest bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re hevdîtin bikin, lê ne amade bû. Em li gel wene. Emê hebûna xwe ya li gel we dewam bikin.”    DOSYEYA NEXWEŞXANÊ    Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî, diyar kir ku ew bi têkoşîna malbatê re ne û wiha got: “Rastiya ku 3 sal in dosyeya nexweşxaneyê nehatiye vekirin, kêmasiya pergala hiqûqî nîşan dide. Ji bo ku dosya bê vekirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Heya ku edaleta rast bê bicihanîn, emê ligel malbatê bin.”   'EM Ê DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN’   Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî, bi bîr xist ku ew ê piştgiriya xwe ya hiqûqî dewam bikin û ev peyam da: “Em êşa we parve dikin. Emê piştgiriya xwe bi dawî nekin.”    Serokên baroyan ên dûre axivîn jî, soza ku ewê piştgiriya xwe ya hiqûqî dewam bikin dan malbatê.