Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî 2021-06-07 15:06:07 RIHA - Dadgehê ji ber xebatên wê yên pîşeyî 11 sal û 6 meh ceza li endama Baroya Rihayê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol birî.    Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a endama Baroya Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kiriye” negirtî dihat darizandin. Danişîna 7’emîn a doza Ozbîngol li 6’emîn Dadghea Cezayê Giran Rihayê hat lidarxistin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û gelek parêzer di danişînê de amade bûn.     Piştî tespîta nasnameyê Parêzera Ozbîngol, Guler Kiliç parastina miwekîla xwe kir û diyar kir ku di mutalaya hatiye eşkerekirin de tu tiştek nabe sûc û delîlek şênber wê jê were cezakirin jî nîne. Kiliç got qeyd û girtekên çalakiyên miwekîla wê beşdar bûye daxwaz dikin. Serokê dadgehê daxwaza Kiliç red kir.    SÛCDARIYAN RED KIR    Sevda Çelîk Ozbîngol parastina xwe kir û tiştên wê kiriye û beşdariya wê ya çalakî û şahiyan yek jî ne sûc e û li ser pênaseyên giştî tê sûcdarkirin û cezakirin. Ozbîngol xwest were beraetkirin.    Pişt re parêzerên din parastina miwekîla xwe kirin, sûcdarî û îdiayên li ser miwekîla xwe red kirin û xwestin were beraetkirin.    11 SAL Û 8 MEH CEZA    Şandeya dadgehê piştî navberek kin biryara xwe eşkere kir û ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 6 meh û ji muxalefetiya 2911’an ji sê çalakiyên cuda 3 sal û 9 meh û ji îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 3 meh cezayê hefsê li Ozbîngol birî.     Parêzerên Ozbîngol diyar kirin ku ew ê li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Edliya Herêmî ya Dîlokê bidin.