Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin 2021-06-08 09:06:00 AMED - Di îdianameya derbarê Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag de, peyama "Tu li ku derê yî?" û bersiva ji bo peyamê "Li goristanê me" weke "alîkariya maddî û manewî ya ji bo rêxistinê" hatiye nirxandin.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya derbarê Hevserokê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag de amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê îdianameya Karadag qebûl kir. Danişîna ewil dê sibê bê lidarxistin.    Di 27'ê Sibatê û 3'yê Adarê de 29 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 12 kes hatibûn girtin. Ji van kesan yek jê jî Karadag bû.    Di îdianameyê de Karadag bi "endamtiya rêxistinê" tê sûcdarkirin. Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku pêwendiya komeleyê bi PKK'ê re heye û ji bo vê jî lênûska biryarê ya komeleyê, forma endamtiyê ya komeleyê, îfadeyên şahidên nepen, xebatên komeleyê, serlêdanên malbatên ji bo dîtina cenazeyên xizmê xwe, agahiyên derbarê cenazeyên li goristanên bêkesan, lîsteya delegeyan, rapora xebatê û alîkariyên ji bo komeleyê wekî delîl hatine nîşandan.    Her wiha 28 çalakiyên ku Karadag tevli wan bûye, daxuyaniyên çapemeniyê yên ku Karadag tevli wan bûye, 24 hevpeyvînên wî û ji bo wergirtina cenazeyan alîkariya ji bo malbatan û 21 hevdîtinên telefonê yên Karadag sûc hatine hesibandin.    Di îdianameyê de çûna şîna PKK'yiyan û daxilbûna nav merasîma cenazeyan wekî "esasgirtina endamê rêxistinê û alîkariya ji bo malbata endamên rêxistinê" hatiye hesibandin. Her wiha tevlîbûna wî ya bîranînan jî sûc hatiye hesibandin.   Lê di îdianameyê de tişta ecêb jî derbarê hecdîtinek bi telefonê de ye. Kesekî ku navê wî nehatiye diyarkirin peyamek ji Karadag re şandiye û jê re gotiye, "Tu li ku derê yî?" Karadag jî bersiv dayê û gotiye, "Li goristanê me." Di îdianameyê de bersiva Karadag "Li goristanê me" wekî "alîkariya maddî û manewî ya ji bo rêxistinê" hatiye hesibandin.   Di îdianameyê de tê xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û nîvan heya 15 salan ceza li Karadag bê birîn.