Li Amedê 5 kes hatin girtin 2021-06-08 09:50:18   AMED - Li Amedê, ji 18 kesên hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin û 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi lêpirsîneke ku dabû destpêkirin derbarê 22 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Di 4’ê Hezîranê de polisan bi ser malan de girtibûn û Melîs Ozbalkan û Îsa Aydin jî di nav de 18 kesan binçav kiribûn û biribûn Miduriyeta Polîsan a Amedê. Derbarê dosyayê de biryara nepeniyê hatibû dayîn. Kesên di bin çavan de duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî ku dozger îfadeyên wan girtin, 5 kes bi daxwaza girtinê 13 kes jî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlhê ya Nobedar kir. Dadgehê, 5 kesên ku li vir îfadeyên wan wergirtin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin û 13 kes jî bi şertê kontrola edlî berdan.