Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin 2021-06-08 12:14:21   STENBOL - Dozger xwest rojnameger Canan Coşkûn, Can Ûgûr û Alî Açar ên derbarê lêpirsîna Berkîn Elvan ê di dema xwepêşandanên Geziyê hatibû kuştin de nûçe çêkiribûn, bên cezakirin.   Rojnameger Canan Coşkûn, Can Ûgûr û Alî Açar ji ber ku derbarê lêpirsîna Berkîn Elvan ê di dema xwepêşandanên Geziyê hatibû kuştin de, nûçe çêkirin bi îdîaya “Kesên cihê xwe di erka têkoşîna bi terorê re de cih digirin, kirine hedef” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna doza darizandina 3 rojnamegeran li 34’emîn Dadgeha Cezayê Girana a Stenbolê hat dîtin.    Rojnameger Canan Coşkûn û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Ûgûr û Açar beşdarî danişînê hebûn. Piştî danasîna nasnameyan, dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger xwest ku Coşkûn, Acar û Ûgûr bên cezakirin.   Parêzerê Coşkûn dûre parastin kir û ji bo parastina xwe ya li dijî mutalaya dozger dem xwest.    Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 7’ê Cotmehê kir.