‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû 2021-06-08 13:38:26   STENBOL – ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ ku siyasetmedarên kurd jê tên darizandin, bi daxwaza ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin hat taloqkirin.    Çil û çaremîn danişîna ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ ku 205 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Hin siyasetmedarên ku berdayî tên darizandin û parêzer li danişînê amade bûn. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de heyeta dadgehê belgenameyên ku hatibûn xwend. Piştre dozger û parêzeran daxwaz kir ku kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin.    Heyeta dadgehê, biryara xwe ya girtinê ya der barê siyasetmedarên ku hê parastina wan nehatiye girtin dubare kir û ji bo ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin danişînê taloqî 4’ê mijdarê kir.