Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike 2021-06-08 14:09:44   AMED - Ligel hemû hewldanan jî girtiyê nexweşê giran Mehmet emîn Ozkan nayê berdan. Ji ber vê yekê kurê wî Ahmet Ozkan ê girtiye dê hevrêtiya bavê xwe bike. Ozkan ji bo li bavê xwe mêze bike sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat kirin.    Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne, ligel ku hemû nexweşiyên wî lê giran bûne û temenê wî mezin jî nayê berdan. Kurê Ozkan Ahmet Ozkan ê li Girtîgeha Kampusa Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Amedê girtibû, duh ji bo ku li bavê xwe mêze bike sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat kirin.   Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parêzerên TUAYDER’ê, ji bo ku rewşa tenduristiya Ozkan ji nû ve bê nirxandin, di 28’ê Gulanê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. Piştî serlêdanê, Ozkan di 31’ê Gulanê de, sewqî Lijneya Tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû kirin.    JI BO RAPOR BIRIN NEXWEŞXANÊ   Kurê Ozkan Ahmet Ozkan ji bo ku hevrêtiya bavê xwe bike wî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê, îro bi telefonê hevdîtin bi xwişka xwe Selma Ozkan re kir. Ahmet Ozkan, di hevdîtinê de, ev agahî dan. Duh bavê min ji bo raporê birin Lijneya Tenduristiyê. Wê îro cara dawî bibin Lijneya Tenduristiyê. Bavê min li ser kursiyê biteker û destê wî kelepçekirî birin nexweşxanê. Ji bo ku bavê min bê berdan divê rapora pêwîst bê dayîn.”