Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da 2021-06-08 14:48:24   AMED – Mûhammed Ş. ku bi xwişka xwe Rengîn Ş. re întihar kiribû jiyana xwe ji dest da.   Di 5’ê hezîranê de li gundê Fêra yê navçeya Farqînê ya Amedê Muhammed Ş. (26) û xwişka xwe Rengîn Ş. (22) întihar kiribûn. Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatibûn kirin û xwişk û bira rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hatibûn kirin.    Piştî ku Rengîn Ş. (22) duh li Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da îro jî Muhammed Ş. (26) li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê jiyana xwe ji dest da. Malbata Mûhammed cenazeyê kurê xwe wergirt û wê li gundê Fêra veşêre.   Di 21’ê gulanê de xwişka Mûhammed Ş. û Rengîn Ş. M.Ş jî întihar kiribû û piştî ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû jiyana xwe ji dest dabû.    Li aliyê din îro li navçeyê dayika 7 zarokan Ayşe T. (40) jî li mala xwe ya li taxa Bahçelîevlerê mirî hatibû dîtin.