Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve 2021-06-08 17:04:16   RIHA – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê, serdana Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne kir. Ferît Şenyaşar, got ku dema dozger wan dibîne direve.   Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin, lêgerîna xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 92’emîn de didomîne. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê, li ber Edliyeya Rihayê serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar kir.    Emîne Şenyaşar, bi dilekî xemgîn serboriya wan ji endamên platformê re vegot. Ji ber vê vegotina Şenyaşar endamên platformê jî bi Şenyaşar re xemgîn bûn.    ‘EV ZILM NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Li ser navê heyete Hevserokê HDP’a Semsûrê Zeliha Karinca axivî û ev tişt got: “Em hevparê têkoşîna malbatê ne. Hemû welat şahidê zilma ku li vê malbatê hatiye kirine. Ji ber vê herkesê xwedî wijdan divê li vir be. Ev zilm nayê qebûlkirin. “   ‘DOZGER JI ME DIREVE’   Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku serdan hêzê didin wan û ev tişt got: “Her roj bi sedan kes di ber edliyeyê re derbas dibin. Em ji mirovan re dibêjin ku tiştekî ku tuneye diğerin. Le em bi biryar in. Teqez em ê rojekê edaletê pêk bînin. Bi dayika xwe re em ê ji vir veneqetin. Dema ku dozger me dibîne direve. Belim dixwaze tiştekî bike. Lê yên li jor destûr nadinê. Bersiveke ku bide me nabîne.”   Endamên platformê piştî demekê bi malbatê re dem debas kirin ji ber Edliyeya Rihayê veqetiyan.