Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin 2021-06-08 17:14:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbarê zext û êrişên li ser wargehê, bang li saziyên navnetewî kir ku berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.   Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan Mexmûrê têkildarî gef û êrişên li ser wargehê daxuyanî da. Gelê wargehê tevlî daxuyaniya li pêş avahiya meclîsê hat dayîn bû. Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel ê Wargeha Mexmûrê Elî Urek daxuyanî xwend û wiha got: "Em weke gelê wargehê ne ji ber hejarî û feqiriyê penaberbûne, ji ber ku me neheqiya li wir pêk dihat qebûl nekir, penaber bûn. Em weke penaberên siyasî yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji rayedarên Hikumeta Iraqê, Wezareta Koç û Koçberan, Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya dilsoz, dixwazin bi vê peyama vekirî di derbarê rewşa xwe de we agahdar bikîn, her wiha daxwaz û hêviyên xwe pêşkêşî we bikin."   'EM NE BI DAXWAZA XWE BÛN PENABER'    Urek, diyar kir ku di jiyana xwe ya penaberiyê de ji ber pêkanînên dewleta tirk bi zor û zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû man û wiha axivî: "Me di vê rêyê de gelek bedel jî dan. Sedemê penaberî û derbederbûna me dewleta Tirkiyê ye. Em ji ber polîtîkaya wan ya tune hesibandina mafên me yên rewa, îro li Wargeha Mexmûrê ne û ev 28 sale em penaberîn. Em ne bi daxwaza xwe bûne penaber, me ji dixwast li ser axa xwe weke hemû gelên cîhanê bi nasname û zimanê xwe jiyana xwe bidomînîn. Em jî dixwazîn jiyanekê di nava aşitî û aramiyê de bijîn."   'BI HÊCETÊN BÊ BINGEH ME DIKIN ARMANC'   Urek, di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Rayedar û hêzên ji jiyana me berpirsyar, weke gelê Mexmûrê em dixwazîn bi şêweyek zelal ji bo we diyar bikîn û dixwazîn hûn ji me fêm bikin. Tirkiye îro li Mexmûrê jî dixwaze bi heman şêwazî qirkirin û komkujiyan pêkbîne. Bi hêcet û egerên bê bingeh me dixe armanç, gefan li me dixwin û dixwazin aramiya civaka me têk bidin. Raste em ji ber mafên xwe yên rewa penaber bûne, em piştgirî didîn têkoşîna azadiya gelê kurd ya dibin pêşengiya Rêber Apo de pêşketî, em bi raman û felsefeya Rêber Apo ve girêdayîne, em wargehek ya sivîlanin û piranî şêniyên me ji zarok, jin, pîr û kalan pêk tê. Desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê ya li Tirkiye, desthilatdariyek faşîst e. Ev desthilatdarî hem aramiya herêmê têk dibe hem ji li her cihekî ku kurd lê heyî, dijminahiya gelê Kurd dike. Ji ber ku ev dewleta faşîst rojane li ser gelê kurd qirkirina pêk tîne û îro jî dixwaze pêkbîne, em dijberî vê desthilatdariyê ne.   JI HÊZÊN NAVNETEWÎ RE BANG   Weke gelê Penaber yê wargeha Mexmûrê em bang li tevayî gelên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koç û Koçberan, hikumeta navendî ya Iraqê, saziyên mafê mirovan dikîn, li hemberê van êrişên li ser me bibin xwedî helwest û wargeha me bi parêzin. Em daxwaz ji we dikîn ku hûn berpirsyariyên xwe li beramberê me bi cih bînin."