ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-09 09:00:01 * Li Semsûrê şitilên tûtinê hatin danîn. Hilberîneran xwest tûtina ku wekî "qaçax" tê dexmekirin berbayî siyasetê neyê kirin û gotin: "Dest me nedin, wekî din em tiştekî din ji we naxwazin."  *  Li Taxa Dedeyazê ya Meletiyê, kana madenê jiyan li şêniyên taxê herimandiye. Şêniyên taxê, anîn ziman ku ji ber ku raya xwe nadin AKP'ê, bi tiştên bi vî rengî re rû bi rû dimînin.    * Li Payîzavayê welatiyên ku ji bo çêkirina kana mermeran axurên wan hatin xerakirin, anîn ziman ku tenê bi sewalvaniyê debara xwe dikin û xwestin axurên wan bên çêkirin.    * Parêzer Çîgdem Sevîmlî, diyar kir ku çendî ku delîl li holê ne jî, cardin çawîşê pispor Mûsa Orhan ku tecawizî Îpek Erê kir, nehatiye girtin û got: "Ê ku nehatiye darizandin ne Mûsa Orhan e, unîformayeke ku nayê xwestin bê darizandin heye."    * Bi hatina havînê re li gund û zozan jî amadekariyên ji bo çêkirina penêrê bi sîrik dest pê kirin. Penêrê bisîrik ku bivê nevêya ser sifreyan e, bi keda jinan tê çêkirin.    * Jinên ku bi êmên çûkan difiroşin û pê debara xwe dikin, ji ber ku di dema pandemiyê de nikaribûne bixebitin niha nikarin heqê kirêya xwe bidin.    * Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, xwestin binpêkirinên mafan ên li girtîgehn û tecrîd bi dawî bibe. Dayikan got: "Divê em li dijî siyaseta talankirinê, zextan û zilmê dengê xwe bilind bikin."    * Çalakiya Malbata Şenyaşar a “Edaletê” ku li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin wê di roja 93’yemîn de were şopandin.   * Yekemîn danişîna doza derbarê Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag hatibû vekirin wê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * HDP, wê li Antalyayê, serdanên xwe yên "Hevdîtina Kar û Nan" di roja duyemîn de dewam bike.(10.00-19.00)   * Meclîsa Jinan a HDK'ê, wê 11'emîn Konferansa xwe ya Jinan a Asayî li Salona Mira Palas a li Avcilarê li dar bixe. (10.00)   * Serokwekilê Koma HDP'ê Saruhan Olûç, wê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)