Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin 2021-06-09 09:00:16 COLEMÊRG - Bi hatina havînê re li gund û zozan jî amadekariyên ji bo çêkirina penêrê bi sîrik dest pê kirin. Penêrê bisîrik ku bivê nevêya ser sifreyan e, bi keda jinan tê çêkirin.  Bi hatina havînê re li gund û zozanan jî amadekariyên ji bo çêkirina penêrê bisîrik dest pê kirin. Jinên di biharê de ji bo penêrê bisîrik pincar berhev kirine, niha jî ji bo penêrê bisîrik pez didoşin û di ber re penêr çêdikin. Li zozana Dotka ya gundê Dirbêsanê yê navçeya Gever a Colemêrgê, Cemîle Kaplan behsa çêkirina penêrê bisîrik kir.      8 MEHE DI BIN ERDÊ DE DIMÎNE    Kaplan, anî ziman ku şeveqê zû bi serwîsê diçin zozanên bi qasî 4 kîlometreyan dûrî gundê wan in û li vir pez didoşin. Kaplan, bilêv kir ku şîrê ku didoşin çend caran diparzinînin û paşê bera metereyan didin û tînin gund. Kaplan got: "Gava em tên malê, ji bo şîr paqijtir bibe em du carên din jî diparzinînin. Paşê em bera sîtilan didin. Em havên û pincarê bera nav didin. Ji bo penêr bêhemdê xwe em nîv saetî disekinînin. Paşê em penêr ji kîsikan derdixin, xwê dikin, perçe dikin û dixin nav selemorayê. Hin jê li gor lazmatiya xwe hinekî hiltînin û yên din jî ji bo zivistanê 7-8 mehan di bin erdê de dihêlin."    KÎLO BI 40 TL'YÎ YE    Kaplan, da zanîn ku ji bo penêrê bisîrik tişta herî girîng pincar e ku biharê li zozanan berhev dikin û ji bo tahma penêr xweş be, divê pincar jî xweş bin. Kaplan got: "Em ji bo zivistanê ji xwe re hiltînin û carinan jî çend metereyan difiroşin. Niha em kîloya penêr bi 40 lîreyî difiroşin, lê zivistanê bihatir e."    ‘EM XWEDÎ LI KEDA XWE DERTÊN'   Kaplan, bilêv kir ku bi kêfxweşî karê xwe dike û tahba bi penêr re dbîne hemû ji bo pêşeroja malbata wê û zarokên wê ye. Kaplan got: "Em jin xwedî li keda xwe dertên. Em ji vê jiyanê hez dikin. Gava em betal dimînin em aciz dibin. Em elimîne kar. Tiştên me hemû, xwezayî ne. Ji ber vê em bihêz in."