Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan 2021-06-09 09:00:18 ÎZMÎR - Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, xwestin binpêkirinên mafan ên li girtîgehn û tecrîd bi dawî bibe. Dayikan got: "Divê em li dijî siyaseta talankirinê, zextan û zilmê dengê xwe bilind bikin."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 195 roj in didomin. Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, bang li her kesî kirin ku di vî warî de hesas bin.    Hanîfe Gumuş ku kurê wê Mehmet Nezîr Gumuş di Girtîgeha Bandirma ya Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, anî ziman ku kurê wê jî tevli çalakiya greva birçîbûnê bûye. Dayik Gumuş, diyar kir ku kurê wê 23 sal in girtiye û salek e ji ber pandemiyê û rewşa aborî kurê xwe nedîtiye.    ‘BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN'    Gumuş, destnîşan kir ku daxwazên kurê wê daxwazên wan in jî û got: "Di greva birçîbûnê de ne. Dengê wan naçe kesî û ne di etra kesî de ne. Dewlet li halê wan napirse. Bila rayedar daxwazên çalakgeran qebûl bikin da ku grev biqede."    'ÇAVÊN ME ZIWA BÛN'    Gumuş, bang li hemû dayikan kir û got: "Werin em dest bidin destê hev du. Werin em biçin ber deriyên girtîgehn, ber deriyê Erdogan. Bila ev xwîn bisekine. Bila ne dayikên kurd ne yên tirk û ne jî yên çerkez negirîn. Çavên me ziwa bûn. Bila ev zilma li ser kurdan biqede." Gumuş, bang li Emîne Erdoganê jî kir û got: "Gelo Emîne Erdogan rojekê kurê xwe û keçên xwe nebîne, dê xew bi çavê wê bikeve? Ma qey dayikên kurd, zarokên kurd ne mirov in?"    Gumuş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên jiyana xwe ji dest didin û got: "Gelek nexweş li ber mirinê ne, lê dewlet li wan ne miqate ye. Bang li Wezareta Dadê dikim; demildest divê girtiyên nexweş berde. Her cara ku darbest ji girtîgehan dertên, dilê me diêşe."    ‘DIVÊ EM BÊDENG NEMÎNIN'    Fatma Surme ku kurê wê Bunyamîn Surme di Girtîgeha Kiriklarê de ye, xwest tahde û zilma li girtîgehan bi dawî bibe. Surme got: "Bi rastî jî bêdengî pir zor e. Divê em ji bo girtiyan dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî tahde û zilmal li zarokên me tê kirin dengê xwe bilind bikin û xwedî li wan derkevin. Divê em li dijî siyaseta talankirinê, zextan û zilmê dengê xwe bilind bikin."   Surme, destnîşan kir ku kesên ku dibêjên "ez kurd im" hemû bi tahde, zilm û girtinê re rû bi rû ne.    Surme xwest her kes xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkeve û dest bide destê gelê kurd.    ‘DIVÊ DAYIK BI DESTÊ HEV BIGIRIN'    Hevseroka Komeleya Alîkarî û piştevaniyê ya ji bo Malbatên Girtiyan a Anadolûyê (AN-YAKAYDER) Sûltan Yagmekan, destnîşan kir ku divê dayik tev rabin ser pêyan. Yagmekan got: "Dilê me dişewite, loma divê dest bidin destê hev du. Divê kurd bibin yek. Divê em zarokên xwe ji girtîgehan derxin. Êdî dem dema dengderxistinê ye. Kes dengê me nabihîse. Em dixwazin dengê zarokên xwe ragihînin."