Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin 2021-06-09 11:44:17   ŞIRNEX - Li Qada Deriyê Cebraîl a Çiyayê Cûdî birîna daran û şewata daristanan didome. Deriyê Mazî yê Çiyayê Cûdî qereqolek nû tê avakirin.   Di 5'ê hezîranê de li Qada Deriyê Cebraîl a Çiyayê Cûdî, di encama gulebarana eskeran de şewat bi daristanê ket. Şewata li daristanê her ku diçe mezin dibe. Hat diyarkirin ku li heman heremê, ji aliyê cerdevanên ku ji bajaroka Sêgirka û navçeya Qilebanê ve dar tên birîn. Hat hînbûn ku li herema Deriyê Mazî yê Çiyayê Cûdî jî dest bi avakirina qelekoleke nû hatiye kirin. Hat ragihandin ku “rêya ewlehiyê” ya ji ber avakirina qelekolê tê çêkirin gelek dar ji kokê ve hatine birîn.