Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike 2021-06-09 15:07:48   NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta ji parlamenterên Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk tê, piştî lêkolînên xwe yên ku duh li Metînayê kir, wê îro jî li herêma Amediyê lêkolînan bike. Heyet wê piştî lêkolînên xwe raporek amade bike û bi raya giştî re parve bike.    Êrîşa ku artêşa tirk di 23’ê nîsanê de li dijî başurê Kurdistanê da destpêkirin didome.  Di 5’ê hezîranê de dema ku konvoya peşmergeyan derbas dibû teqînek pêk hat û di teqînê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 4 pêşmerge jî birîndar bûn. KCK’ê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û daxwaz kiribû ku heyeteke li cihê êrişê lêkolîn bike. Heyeteke ku ji parlamenterên Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk tê, duh li cihê bûyerê lêkolîn kiribû. Heyet wê îro jî li herêma Amediyê lêkolînan bike. Piştî serdana xwe wê heyet raporek amade bike û bi raya giştî re parve bike.